Ji bo meşa li Colemêrgê banga beşdariyê
Ji bo meşa li Colemêrgê banga beşdariyê
Ji bo meşa li Colemêrgê banga beşdariyê
Însiyatîfa Gel a Colemêrgê ji bo mîtînga sibê ya bi daxwaza "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdan re statu" banga beşdariyê kir.
Însiyatîfa Gel a Colemêrgê, der heqê meşa sibê ya bi daxwaza "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdan re statu" li navenda bajêr belavok belav kir. Di belavoka însiyatîfê de kongreya 11. a PKK'ê hat silavkirin û hat gotin, "Gelê Kurd bi berdêlên daye re mezin bû, bi partiya xwe re li ber xwe da û bi rêberê xwe re ber bi azadiyê ve dimeşe. Kongreya 11. a PKK'ê mizgîniya stranên serketin û azadiyê yên li çar perçeyên Kurdistanê ye."
Di belavokê de hat bibîrxistin ku di 1'ê Cotmehê de Meclîsê vebe û ev bang hat kirin, "Ji bo tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêber Apo, ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê bi destûra bingehîn bê ewlekirin, ji bo mafên neteweya Kurd bê şert û merc di destûra bingehîn de cih bigireem bang li gelê xwe yên li Gever, Şemzînan, Çelê, Bajirge û Xirvatayê dikin ku ji heft heta heftê salî beşdarî meşa sibê saet di 12'an a li ber avahiya BDP'ê ya Colemêrgê bibin."