Ji bo Kurdê bi Almanî nizane neqla dil tune

Ji bo Kurdê bi Almanî nizane neqla dil tune

Penaberê Kurd ê bi navê Hesen Raşow Huseyin ê ku bi Almanî nizane, ji lîsteya nexweşên li benda neqlkirina dil hate derxistin û nehat dermankirin, di rojeva Almanyayê de ye. Saziyên darazê yên Alman jî pişta xwe dan Huseyin. Herî dawî serlêdana wî ya ji bo tazmînatê ji aliyê Dadgeha Makeqanûnê ya Federal ve hate qebûlkirin. Dadgeh niha şert û mercên neqilkirina organan di ber çavan re derbas dike.

Penaberê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê Hesen Raşow Huseyin sala 2000’ê weke welatiyê Alman hate qebûlkirin. Piştre bi nexweşiya dil ket. Bijîşkan ji Huseyin re gotin ku tenê çareyek heye, ew jî neqilkirina dil e. Piştre Huseyinê 61 salî şandin navenda neqilkirina dil a li bajarê Bad Oeyhausenê. Lê navendê bi hinceta Almaniyeke baş nizane, wî nexist nava lîsteya kesên li benda tedawiyê.

Ji ber ku Hesen Reşaw Huseyin alîkariya bêkariyê werdigirt, ji bo lêçûnên dadgehê bigire ser xwe serî li dadgeha eyaletê ya li bajarê Bielefeldê da. Lê dadgehê biryar da ku pêwîstî bi dadgeheke wiha tune ye û ji bo Huseyin parêzer jî negirt. Li hemberî vê yekê penaberê Kurd serî li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya li Hammê da û ji vir jî destvala vegeriya.

Piştre Huseyin neçar ma ku mijarê bibe ber destê Dadgeha Makeqanûnê ya Federal a Almanyayê û giliyê navenda dil û biryarên dadgehên Alman kir. Dadgeha Federal serlêdanê qebûl kir û da zanîn ku ew ê lêçûnên dadgehkirinê jî bigirin ser xwe. Her wiha, ajansa nûçeyan a Alman DPA jî ragihand ku dadgeh şert û mercên libendêmayina neqla dil li ber çavan re derbas dike.

'ÇI ELEQEYA DIL BI HEVSENGIYÊ RE HEYE?'

Parêzerê Hesen Reşow Cahît Tolan jî nerazîbûn nîşanî navenda neqilkirina dil û biryarên dadgehên herêmî da û got: “Ji bo neqilkirina dil teqez zanîn û nezanîna Almanî ne girîng e. Gelo ji bo ku em li vir bijîn, divê organên me jî bi civaka Alman re entegre bibin?” Parêzer Tolat da zanîn ku ji ber Huseyin biyanî bû dadgehên guh neda daxwazên wî û got ku diviyabû lêçûnên dadgehê bigirtana ser xwe. Tolan diyar kir ku ew li bendê ne ku ji doza tazmînatê tiştek erênî derbikeve.

Ji ber ku bi Almanî nizane ev 2,5 sal in li bendê ye ku navê wî bikeve lîsteya kesên li benda neqilkirian dil. Ger encam bi dawî bibe, dê ji bo wî 10 hezar euro tazmînat bê dayin. Piştî biryara nijadperest a navenda neqilkirina dil a li Bad Oeynhausenê , Zanîngeha Munster navê Huseyin xist lîsteya kesên li benda neqilkirina dil.  Li Almanyayê derdora hezar kesî li benda neqilkirina dil in.