Ji bo girtiyên nexweş banga bihîstiyariyê!
Ji bo girtiyên nexweş banga bihîstiyariyê!
Ji bo girtiyên nexweş banga bihîstiyariyê!
Girtiyê bi navê A. Hamît Babat ê li 2'emîn Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê dimîne diyar kir ku, girtiyên nexweş Abdulsamet Çelîk û Îrfan Eskîbag rojên dawî dijîn û ji raya giştî re banga bi hîstiyariyê kir.
Girtiyê bi navê A. Hamît Babat ê li 2'emîn Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê dimîne têkidarî girtiyên nexweş ên li heman girtîgehê Abdulsamet Çelîk name şand. Babat diyar kir ku, rewşa Çelîk her diçe xirab dibe û wiha got: "Herî dawî di kontrolên doktoran de gotin divê kemoterapî bibe. Ev yek jî tenê ji bo hinek emrê wî dirêj bike ye. Ya girîng ewe ku îlîk bê peydakirin û neqla îlîkê bêkirin. Mixabin heta niha tu îlîk nehatine dîtin. Ji ber vê yekê divê demildest bê tehliyekirin. Tiştekî em bikin tuneye. Ya em bikin tenê ev heye; Rewşa hevalê xwe A. Samet ji raya giştî û kesên bihîstiyar re rabigihînine." Babat anî ziman ku, roja name nivîsî yanî di 30'ê nîsanê de hemû girtiyan ji bo înfaza Çelîk bidin rawestandin ji Wezareta Dadê û Serokomar re name nivîsandin û wiha pê de çû: "Herî zêde yên derve dê kar bikin û kar dikeve ser milên saziyên demokratîk ên sivîl. Em bang li hemû saziyên demokratîk dikin ku bi hîstiyar bin.
Babat destnîşan kir ku, rewşa girtiyê bi navê Îrfan Eskîbag jî gelek girane û rojên dawî dijî û wiha got: "Hevalên me Hasan Alkiş, Burhan Kaya, Mensur Tekîn, Mehmet Yalçin û Cengîz Eker jî gelek girane."
Hate zanîn ku, Abdulsamet Çelîk hefteyê carekê ji bo xwînê bigire diçe nexweşxaneyê. Divê ji Çelîk re ji ber penceşêra MDS'ê îlîk jê re bê neqilkirin. Ligel raporên Çelîk ên "Nikare di girtîgehê de bimîne" hene serbest nayê berda