Ji bo girtiyê nexweş Kemal Aydin kampanya îmzeyan hate destpêkirin

Ji bo girtiyê nexweş Kemal Aydin kampanya îmzeyan hate destpêkirin

Girtiyê bi navê Kemal Aydin yê ku li 2'emîn Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê ji ber nexweşiyê ameletiya anjiyo bû. Aydin ji ber nexweşiya wî derbaz nebû divê ameliyata by-passê bê kirin. Lê ji ber ku şertên girtîgehê guncaw û hîjyenîk nînin emeliyat nabe. Her wiha ji bo serbest berdana Kemal Aydin kampanya îmzeyan hate destpêkirin. Murwet Aydin ji ber rewşa hevjînê xwe yê rûniştina wî di 4'ê Adarê de dê bê dîtin bi gûmane û wiha got: "Hevjînê min hewcehiyên xwe yên pêwîst jî pêk nayne. Ez dixwazim di vê dadgehê de serbest bê berdan."

Kemal Aydin yê ku di 4'ê cotmeha 2011'an de li Stenbolê di operasyona bin navê "KCK'ê" de hate binçavkirin û hate girtin, şandin 2'emîn Girtîgeha Tîpa T ya Sîlîvriyê. Aydin, di 11'ê sibatê de li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet AkÎf Ersoy anjiyo bû. Aydin piştî anjiyo bû di heman rojê de careke din birin nexweşxaneyê. Hevjîna Aydin Murwet Aydin diyar kir ku, serê sibê rayedarên nexweşxaneyê li wan geriyan lê ji ber ku tu kes li malê nebûn li Rêxistina BDP'ê ya Esenlerê geriyan. Aydin anî ziman ku, ji ber agahiya wan dereng pê çêbû êvarî çûn nexweşxaneyê û wiha got: "Dema min telefon li nexweşxaneyê kir agahiya hevjînê min careke din birin girtîgehê dan min. Pişt re ez li girtîgehê geriyam lê rayedarê li wir ji min re got, ji ber ku wî nû peywir girt nizane ka hatiye an na. Pişt re gotin hevjînê min li nexweşxaneyê ye."

'BILA DI ŞERTÊN BAŞ DE BÊ DERMANKIRIN'

Aydin da zanîn ku, ji ber damarên dilê hevjînê wê girtîne û ji ber vê yekê divê bi lezgînî ameliyata by-passê pêk bê û heyeta dadgehê jî ji bo emelyatê destûr daye û wiha axivî: "Hevjînê min dê emeliyat biba lê piştî emeliyatê careke din birin girtîgehê û ji ber ku li vir dê bi kelepçeyî hatiba dermankirin, emeliyat qebûl nekir. Dîsa li nexweşxaneyê refaqatek wî tuneye. Rewşa girtîgehê ji bo piştî emeliyatê guncaw nîne. Em jî naxwazin di van şertan de emeliyat bibe, bila di şertên baş de bê dermankirin."

KAMPANYA ÎMZEYAN JI BO AYDIN HATE DESTPÊ KIRIN

Aydin bilêv kir ku, şertên girtîgehê ji bo nexweşên giran guncaw nîne û divê hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan. Aydin destnîşan kir ku, ji bo hevjînê wê serbest bê berdan û bê dermankirin li ser sîteya înternetê ya "Îmza.la" kompanyaya îmzayan dan destpêkirin. Aydin diyar kir ku, heta niha nêzî 600 îmza komkirin.

‘PÊWÎSTIYÊN XWE YÊN BINGEHÎN PÊK NAYNE’

Aydin anî ziman ku, heta niha hevjînê wê 3 caran derket dadgehê û rûniştina wî di 4'ê adarê de ye û wiha pê de çû: "Hevjînê min hewcehiyên xwe yên sereke jî niha nikare pêk bîne. Ez dixwazim di vê rûniştinê de serbest bê berdan. Piştî dermankirinê heke cezayekî wî hebe bila careke din bibin girtîgehê. Em dixwazin li cihekî baş ameliyeta bibe."