BI DÎMEN

Ji bo gerîlayê HPG'ê Tîryakî li Wûppertalê merasîma sersaxiyê

Ji bo gerîlayê HPG'ê Selman Tîryakî (Ciwan Amed) ê li Erzînganê di şerê 19'ê Cotmehê de şehîd bû, li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê merasîmeke sersaxiyê hate lidarxistin.

Ji bo gerîlayê HPG'ê Selman Tîryakî (Ciwan Amed) ê li Erzînganê di şerê 19'ê Cotmehê de şehîd bû, li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê merasîmeke sersaxiyê hate lidarxistin.

Tevî malbat û xizmên Ciwan Amed, nûnerên KOMAW'ê û gelek Kurdistanî tevlî merasîma li salona Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Wûppertalê Savci Azar peyivî û got, "Em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna azadiyê ya şehîdan derkevin û bîranînên wan timî bidin jiyîn."

Piştre li ser navê malbata şehîd axaftin hat kirin û hat gotin, "Hemû şehîdên me, di oxira doza xwe de canê xwe feda kirin. Ji bo azadiya vî gelî, ji bo azadiya Kurdistanê bi lehengî têkoşiyan."

'TÊKOŞÎN WÊ BI SER BIKEVE'

Malbata Ciwan Amed got, "Tevî ku em hemû dêşin jî, ji bo armanceke pîroz em bi rûmet in, bi şeref in û serê me bilind e. Ji ber ku em mafdar in, lewma baweriya me ya bi serketina vê dozê, mezin e. Bêguman ev têkoşîn wê bi ser bikeve."

Malbatê got, "Baweriya wan ji pîrozmendiay armanca wan, ji rastiya wan tê. Ev armanca wan wê ji sedî sed bi ser bikeve. Lazim e em bi rêzdarî nêzî vê têkoşînê bidin û ji bo serketina wê çi ji destê me tê bikin." Malbatê sersaxî ji hemû hevrêyên wî, ji gelê Kurd, partiyê û Rêbertî xwest.

Piştî axaftinan nanê xêrê hat belavkirin û piştre malbata Tîryakî pêşwaziya serdanên sersaxiyê kir.

...