Ji bo gêrîlaya Zeybek mewlûd hat dayîn

Ji bo gêrîlaya Zeybek mewlûd hat dayîn

Li Edeneyê ji bo gêrîlaya HPG'ê Sadiye Zeybek (Şildan Rengin) ku sala par di Adarê de li gel 8 hevalên xwe di bin aşûtê de ma û jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn.

Li taxa Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhana Edeneyê ji bo gêrîlaya HPG'ê a 22 salî Sadiye Zeybek (Şilda Rengin) ku di 3'e Adarê de li gel 8 hevalên xwe li Qandîlê di bin aşûtê de ma û jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn. Di mewlûdê de endamên DÎAYDER'ê, Rêveberên BDP'e, rêveberên MEYADER, TUHADER, KURDİDER, BDP û gelek welatiyên din amade bûn. Di mewlûdê de wêneyê Zeybek hat vekirin. Meleyê DÎAYDER'ê di mewlûdê de dua xwend û pitre rêz hat girtin. Li ser navê MEYADER'ê Murat Turgay, jî axivî û bal kişand ser pêvajoya dawî.

Dayîka Atiya Zeybek (55) diyar kir ku ji malbata wan jî yek di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û xwest êdî ev şer û pevçûn bi dawî bibe û dawî li xwînê bê.

Bavê Zeyrek Abdulkerim Zeyrek (60) jî silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin û diyar kir ku, ew dê heta dawî doza zarokên xwe bişopînin û li doza wan xwedi derkevin. Zeyrek got bila serê kurdê bi şeref sax be û xwest êdî Kurd bibin yek û piştgiriyê bidin Îmraliyê.