Ji bo gelê Rojava xebatên alîkariyê didomin

Ji bo gelê Rojava xebatên alîkariyê didomin

Xebatên komkirina alîkariya ji bo gelê Rojava didome. Di çarçoveya komkirina alîkariyê de li Cizîr, Salîhlî û Wanê xebat didomin.

CIZÎR

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê kampanyaya ji bo Rojava hatî destpêkirin rastî eleqeyekî gelekî mezin ya welatiyan hat. Di çarçoveya kampanyayê de welatiyan ar, birinç, şekir, meqerne, rûn, bezên zarokan û gelek zexîreyên din hatin komkirin. Li gelek nokteyan alîkarî tên qeydkirin û li depoyekî ayîdî Şaredariya Cizîrê tên komkirin. Alîkariyên tên komkirin dê bişînin Rojava.

MANÎSA

Rêxistina BDP'ê ya Salîhliyê ya Manîsayê jî bi heman armancê kampanya da destpêkirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Salîhliyê Adnan Turan têkildarî mijdarê axivî û wiha got: ''Em weke gelê Salîhliyê geşedanên Rojava silav dikin. Ji bo em alîkariyê bidin Rojava em armanca danî pêşiya xwe. Hedefa me ewe ku em ji Rojava re 500 torbeyên ar bişînin. Em dixwazin hemû kes alîkariyê bike. Alîkarî dê li 3 nokteyan bên komkirin. Nokteya yekemîn bajaroka Yilmaz ya duwemîn bajaroka Sart û ya sêyemîn jî taxa Gafar Okan e. Kesên dixwazin alîkariyan bikin dikarin li vir teslîmî hevalê me bikin."

WAN

Saziyên jinan ên Wanê ji bi heman armancê li Kolana Hunerê ya Wanê kermes dabû destpêkirin. Kermesa 3 rojin berdewam dike ji aliyê jinên Sixkê ve dewr girtin. Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş û gelek jinên din kermes dewr wergirtin. Alîkariyên tên komkirin dê ji Rojava re bên şandin.