Ji bo ewlekariyê, qatilê Ethem li bajarekî hatin wezîfedarkirin
Ji bo ewlekariyê, qatilê Ethem li bajarekî hatin wezîfedarkirin
Ji bo ewlekariyê, qatilê Ethem li bajarekî hatin wezîfedarkirin
Hat hînbûn polîsê bi navê Ahmet Şahbaz ê di dema berxwedana Parka Gezî ya li Enqerê de gule berda serê Ethem Sarisuluk û ew qetilkirin, bi hinceta ku di bûyerên li rûniştina yekemîn a dadgehê de derb xwariye rapor girt û giliyê malbata Sarisuluk kiriye. Şahbaz ê ku perûkê wî ket, bi sedema kifş bûye ji bo ewlekariya jiyana wî, ew li bajarekî din hat wezîfedarkirin.
Hatibû ragihandin ku Ethem Sarisuluk ê beşdarî çalakiya Parka Gezî ya li Enqerê bû, ji aliyê polîs ve hat qetilkirin. Piştî bûyerê, der barê polîs Ahmet Şahbaz de biryara hat dayîn ku di rewşeke serbest de bê darizandin. Şahbaz ku ji aliyê parêzvanên taybet ve tê parastin, bi vê biryarê re ji xebatên aktîf derbasî yên pasîf bû. Di rûniştina yekemîn a dozê de malbata Sarisuluk bi ser Ahmet Şahbaz ê bi perûk, simbêl û berçavkeke mezin bi parastina parêzvanan ket hundirê salonê ve meşiya bû û perûkê Şahbaz di destê birayê Sarisuluk Îkrar Sarisuluk de mabû. Hat hînbûn ku bersûc Şahbaz piştî vê bûyerê rapor stendiye û giliyê kesên êrîşî wî kirine, kiriye. Di rapora derbkirinê ya Şahbat de hat nivisîn ku beden û rûyê Şahbaz reş-şîn bûye û werimiye.
Muduriyeta Giştî ya Emniyetê ji bo di dema dozê de Ahmet Şahbaz biparêze, 2 parêzer wezîfedar kiribû. Hat hînbûn ku bi hinceta gefa mirinê li wan hatiye xwarin, ji van parêzeran re jî parêzvan hatine dayîn.
Şahbaz ê li dadgehê rûyê wî kifş bû, ji bo parastin û ewlekariya wî, ew li bajarekî derveyî Enqerê hat wezîfedarkirin. Hat hînbûn, parêzvanên nêz ên ji bo Şahbaz wezîfe dikin jî, bi Şahbaz re hatine tayinkirin.