Ji bo du birayên gêrîla konê sersaxiyê hate danîn

Ji bo du birayên gêrîla konê sersaxiyê hate danîn

Ji bo du birayên gêrîlayên HPG’ê Sezgin Akgul û Umît Akgul ên di sala 2008'an de di êrişa hewayi ya li ser Qendilê de pêk hatî de jiyana xwe dest dayin konê sersexayê hat danin. Bavê gêrîlayên HPG'ê Îzettîn Akgul diyar kir ku, ji xeyni aştiyek bi rûmet ew tiştekî qebûl nakin.

Di 10'ê Mijdara 2008'an de artêşa Tirk êrişa hewayî li Qendilê pêk anîbû û 3 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. HPG'ê diyar kiribû ku, di êrîşa hewayî de gêrîlayê HPG'ê Xalit Serdar (Xalit) û Umit Akgul (Agir Serhat)  navê wî nehat diyarkirin jiyana xwe ji dest dan. Malbata Akgul jî ji bo kurên xwe Umit Akgul Mijdara 2008'an de konê sersaxiyê danîbûn û serdanê sersaxiyê qebûl kiribûn. Duh hat zelal kirin ku, Sezgin Akgul (Çekdar Amed) jî di heman êrişê de jiyana xwe ji dest daye.

Malbata Akgul piştî zelalkirina şehadeta kurên wan Sezgin ber derê mala xwe ya ku li taxa Denîz ya Yenîşahîra Mêrsînê konê sersexiyê danî. Konê sersexiyê yê ji bo Sezgin Akgul hat danin, Endamê Lijneya Navenda BDP Ferhat Tarhan, hevserokên BDP'a Mêrsinê, revebirên BDP, endamê meclisa Şarederiya Akdenizê ji di nav de ji aliyê sedan welatiyan ve hat ziyaret kirin.

Di konê sersexiyê de Endamê Lijneya Navenda BDP Ferhat Tarhan axaftinek kir û wiha got: "Tekoşina gelê Kurd û Kurdistanê ew kirine şahidê gelek êşên mezin. Umit û Sezgin ji bo azadiya gelê Kurd derketine ser çiyayê Kurdistanê. Îro du bira ji bo azadiya gelê Kurd derketin çiyayê Kurdistanê. Xeyalên wan ciwanan îro gav bi gav tê avakirin. Her roj aşitî nêziktir dibe. Aşitî bi xwe re azadiyê tine. Azadî azadiya gelê Kurdistanê ye. Îro pêwîste em xeyalên wan keç û xortan, xeyalên van şehidan bînin cih. Emê al û doza van şehidan bimeşînin."

Bavê herdû gêrîlayan Îzettîn Akgul bal kişand ku, ev ciwan ne ji bo xwe ji bo azadiya gelê xwe derketine çiya û bi hestiyari wisa hestên xwe anin ziman: "Heya kû ez sax bim ezê doza wan bimeşînim. Ez tû car ne poşmanim. Ez dîsa aşitiyê dixwazim. Em aştiyek bi rûmet dixwazin. Ji xeyni aştiyek bi rûmet em tiştekî qebul nakin. Em azadiya serokê xwe dixwazin. Em naxwazin tû kes şehid bikeve". Diya herdu gêrîlayan jîn Qeder Akgul jî bi dilekî hestiyarî anî ziman ku, herdu kûrên wê di riya şerefê de jiyana xwe ji dest dane wisa axivi: " Serê gelê Kurd û serê Serok sax be"