Ji ber ku zext ragihand ceza li girtiyekî hate birîn
Şemsettîn Kargili yê ku zext û binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Dîlokê ragihandibû, salekê cezayê qedexekirina hevdîtinê lê hate birîn.
Şemsettîn Kargili yê ku zext û binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Dîlokê ragihandibû, salekê cezayê qedexekirina hevdîtinê lê hate birîn.
Li girtîgehên Tirkiyeyê û heremê her ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin.
Şemsettîn Kargili ku 27 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê dimîne, di 9’ê Mijdarê de de bi telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên mafan û zextên li girtîgehê ragihand.
Keça Kargili Rojda Kargili, diyar kir ku ji ber ragihandina binpêkirinan, rêveberiya girtîgehê derbarê bavê wê de lêpirsîna dîsîplînê daye destpêkirin û heta mehekê hevdîtina bi telefonê jê re qedexe kiriye.
Kargili, da zanîn ku ji ber pêvajoya pandemiyê bavê wê îtîrazî cezayê dîsîplînê nekiriye.