Ji BDP’ê bo Taksîmê meş

Ji BDP’ê bo Taksîmê meş

Ji aliyê BDP’ê ve bi armanca piştgiriya bo berxwedana Parqa Gezî li Taksîmê meşek pêk anî û bi hezaran kes tevli bûn. Girseyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hildan.

BDP’ê bi armanca piştgiriya bo Parqa Geziyê ji Lîseya Galatasarayê heta ber Parqa Geziyê meşiyan.  Girseyê dirûşmeyên cur bi cur berzkirin. Her wiha pankart vekirinû alên PKK û KCK’ê, posterên Ocalan hatin vekirin. Parlamentera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel û Dayikên Aştiyê tevli meşê bûn.

Piştî meşê li Qada Taksîmê daxuyaniyek hat dayîn û endamê lijneya rêveberiya BDP’a Stenbolê Amehmet Akar axivî û diyar kir ku ev israra çêkirian AVM ya li şûna Parqa Geziyê sînorê sebrê daye zorê û got: “Li dijî vê feraseta ku mudaxaleyê jiyana gel dike, serhildan pêk hat. Biryra çêkirina pira sêyemîn jî ne di cih de ye. Kesekî ku ji komkujiya 40 hezar kurd, elewî û elewiyan berpirse, navê w îli pirê danîn zêdetir mirovan diêşîne û komujiyê careke din pêk tînin.

Sebahat Tuncel jî axivî û diyar ki ku berxwedana Parqa Gezî demeke nû îfade dike û got ev serhildan xwedî derketina  li jiyana xw eye. Erdogan divê demildest ji gel lêborîna xwe bixwaze.

Piştî daxuyaniyê bi sedan kes derbasî konê BDP’ê yê Parqa Geziyê bû.