Japonya: Kalekî nexweş li 25 nexweşxaneyan vegerandin û di rê de mir
Japonya: Kalekî nexweş li 25 nexweşxaneyan vegerandin û di rê de mir
Japonya: Kalekî nexweş li 25 nexweşxaneyan vegerandin û di rê de mir
Li Japonyayê kesek 75 salî ji ber nexweşiyê ji aliyê 25 nexweşxaneyan ve hate red kirin û di rê de jiyana xwe ji dest da.
Kesek kal yê li bajarê Kûkî yê dikeve bakûrê Tokyo, ji ber sedema pirsgirêkên bêhndanûstandinê ambûlansek hate xwestin. Ev ambûlans li 25 klînîk û nexweşxaneyan geriya. Hemûyan bi hincetên ku dixtor yan jî cihên vale tune ne ji nexweşxaneyê vegerandin.
Li ser vê yekê ambûlans ber bi vîlayetekî din ve çû lê belê kesê kal di rê de negihandin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Yek ji ajovanên ambulance ji ajansa Jîjî re axivî û got, di jiyana hemû karê xwe de ew rastî tiştek wisan nehatiye.