Îxraçkirina kedkaran hat protestokirin
Platforma KESK’ê ya Şaxên Antalyayê îxraçkirina bi hezaran kedkarên gelemperî protesto kirin.
Platforma KESK’ê ya Şaxên Antalyayê îxraçkirina bi hezaran kedkarên gelemperî protesto kirin.
Platforma KESK’ê ya Şaxên Antalyayê li Qada Atalos daxuyaniyek çapemeniyê da, pankarta “Em ji bo kar, siberoja xwe li ber xwe didin. Zext nikarin me bêzar bikin” vekirin, dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” berz kirin û îxraçkirina bi hezaran kedkarên gelemperî protesto kirin.
Berdevkê Demê yê Platforma KESK’ê yê Şaxên Antalyayê Kadîr Ozturk daxuyanî da, got desthilatdarî bi awayekî hiqûqnenas û bi zihniyetek antîdemokratîk û darbekar dewam dike.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.