IUSY der heqê dijwariya polêsan de bang li NY kir
IUSY der heqê dijwariya polêsan de bang li NY kir
IUSY der heqê dijwariya polêsan de bang li NY kir
Yekitiya Ciwanên Sosyalîst a Navnetewî (IUSY) ku ji 100 welatan xwedî 150 rêxistinên ciwanên demokrat, sosyal û sosyalîst e, bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew piştigiriyê didin çalakiyên girseyî yên li Taksîmê destpê kirin û li gelemperiya welêt deng veda. IUSY ji bo dawî li dijwariya polêsan bê anîn bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku bikeve navberê.
Serokatiya IUSY ku navenda wê li paytexta Îngilîstan Londonê ye, bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew bûyerên li Tirkiyê diqewimin bi guman û ji nêz ve dişopînin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku hukûmeta AKP'ê bi rê û rêbazên cûda hewl daye azadiya raman, ol û çapemeniyê asteng bike û gelek rojnamevan û siyasetmedar avêtiye girîgehê.
Serokatiya IUSY bibîr xist ku berxwedana li Taksîmê rûda bi tevlêbûna Kurd, tirk, Elewî, Sûnî, jin û mêr ji her temenî mirovan tê meşandin û bal kişand ser destwerdana tund a polêsan li xwepêşandanan.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin,ku ew ciwanên BDP'yî û CHP'yî yên rêxistinên birayên rêxistinên ciwanan ên sosyal demokrat û sosyalîst ên li gelemperiya cîhanê ne, destek dikin. Serokatiya IUSY bibîr xist ku ji ber dijwariya polêsan bi hezaran xwepêşandêr birîndar bûne û 3 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di vê çarçoveyê de IUSY bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo rawestandina dijwariya polêsan bikeve navberê.
Alîkara Serokê IUSY Evîn Încîr ku di heman demê de wezîfeya Berdevkiya Polîtîkaya Derve ya rêxistina ciwanan a partiya Karker a Sosyal Demokrat a Swêdê SSU dimeşîne da xuyakirin, ku li welatekî namzetê endametiya Yekitiya Ewrûpayêye, dijwariya ewçend bêsînor a polêsan li dijî mirovên mafên xwe yên demokratîk bikar tînin, bi ti awayî nayê qebûlkirin. Încîr destnîşan kir, ku divê yên fermana dijwariyê dane ji wezîfeyê werin girtin.
Evîn Încîr ragihand, ku weke IUSY û SSU, ewê heta dawiyê piştgiriyê bidin ciwan û hêzên demokratîk û azadîxwaz ên derketine qadan û li mafên xwe digerin.