Îsraîlê êrîşî Sûriyeyê kir: 2 leşker birîndarbûn
Îsraîlê êrîşî Sûriyeyê kir: 2 leşker birîndarbûn
Îsraîlê êrîşî Sûriyeyê kir: 2 leşker birîndarbûn
Îsraîlê îdîakir ku, Sûriyeyê êrîşî wesayîtên li Herêma Goran ya Sûriyeyê ku artêşa Îsraîlê dagirkiriye kirine û bi fuzeyan êrîşî leşkerên Sûriyeyê kr. Hate ragihandin ku, di êrîşê de herî kêm 2 leşker birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya ku artêşa Îsraîlê dayî, diyarkir ku di navbera 24 demjimêran de li herêma Goran ya Îsraîlê dagirkiriye êrîşî leşkerên dewriyeyê digerin kiriye û wan jî fuzeyek avêtiye xaka Sûriyeyê.
Di êrîşa ku di demjimêrên sibehê rûdayî û çeperek yê leşkerî hatî hedef girtin, hate ragihandin ku 2 leşker birîndar bûne.
Têkildarî bûyerê heya niha aliyê Sûriyeyê çi daxuyanî nedane, hate diyarkirin ku Îsraîl yekîneyên teqwiye dişîne herêmê.