Îro li Iraqê 21 kes hatin darve kirin
Îro li Iraqê 21 kes hatin darve kirin
Îro li Iraqê 21 kes hatin darve kirin
Îro li Iraqê 21 kesên bi sûcdariya “terorîzmê” hatîn mehkûm kirin, hatin darvekirin.
Ji Wezareta Edaletê rayedarek yê Iraqê ku nexwest navê xwe bêje, daxuyaniyek da AFP’ê û got: “Hemû mehkûm Iraqî ne. Li derdora demjimêr 16.00’an de hatin înfaz kirin.”
Li gorî hesabên AFP’ê li Iraqê ji serê salê û vir ve hêjmara kesên hatin darvekirin giha 50’an.
Wezîrê Edaletê yê Iraqê Hesen Şamarî roja 18’ê Adarê li rexmî bertekên navnetewî dabû diyarkirin ku, ew dê kesên cezayê darvekirinê li sere dê bêne înfa zkirin. Şamarî aşkera kiribû ku, “Iraq dê înfazkirina mehkûman bidomîne.”
Iraq di cîhanê de di nava pênc welatên herî zêde darvekirinê lê tê kirine. Li Iraqê sala borî 21 kes di heman rojê de bigiştî herî kêm 129 kes hatin darvekirin. Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê, Yeketiya Ewropa, Îngilîstan, Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan û Rêxistina Efoyê ya Navnetewî (HRW) gelek caran ji bo rawestandina cezayên darvekirinê bang kiribûn.