Enstutuya Çapemeniyê ya Navnetewî (IPI) aşkera kir ku, ji serê sala 2012’an û vir ve di serî de ji ber şerê li Sûriyeyê 119 rojnamevan dema peywirdar bûne hatine kuştin.
Hate diyarkirin ku, ev bîlanço ji sala 1997’an ve enstutu bi awayek sîstematîk îstatîstîkan digire, bilaçoya herî girane. Ji serê sala 2012’an û vir ve 119 rojnamevan dema li ser peywira xwe bûn hatine kuştin. Weke din sala herî bixwîn ku 110 rojnamevan hatibû kuştin jî 2009 bû.
IPI aşkera kir ku, bi mirina 36 welatan Sûriyey welatê herî xetere, her wiha ragihand ku, 16 rojnamevan jî li Somaliyê hatine hedef girtin û kuştin. IPI balkişand ser ku, berpirsên êrîşan dernexistine beramberî edaletê û got: “ Ev jî berdewama çanda necezakirina êrîşkarane û rê li ber êrîşên nû vedike.”
IPI destnîna kir ku, welatên Meksîka, Pakîstan û Filîpîn jî weke welatên gelek xeter didomin. Ev bîlanço mirinên ku dema rojnamavana karê xwe dikir û li ser peywirê bû cih digire. Ev jî tê wateye ku qezayên trafîkê jî hatine hesap kirin.
Enstutuyê diyarkir ku, piraniya kuştina rojnamavana di êrîşên ku rojnamevan hatine hedef girtin de pêkhatine.