Însyatîfa Rojnamegerên Azad, PDK şermezar kir

Însyatîfa Rojnamevanên Azad, li Şengalê hedefkirina rojnamevanan a ji aliyê PDK’ê ve şermezar kir.

Însyatîfa Rojnamegerên Azad, têkildarî êrîşa PDK’ê ya ku rojnamevanan dike hedef daxuyaniyek nivîskî da.

Di destpê ka daxuyaniy de wiha tê gotin: “Dîsa rojnamevanên ku li Şengalê di nava şert û mercên zor û zehemt de erka xwe bi cih tînin û gel ji bûyeran agahdar dikin ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin hedef kirin.” Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Tevî ku hê dermankirina rojnamevan Hûjiyan Erhan dema ku 3’ê Adarê hêzên PDK’ê êrîşî Xaneser a Şengalê dikir erka xwe pêk danî û ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate birîndarkirin, dewam dike, îro dîsa agahiya rojnamevan hatin hedefkirin hatin bihîstin.

Însyatîfê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Li Şengalê, rojnamevanên ku xwepêşandan protestoyê ya gelên Rojava û Êzidî ya li dijî êrîşên PDK’ê dişopandin bûn hedefa hêzên PDK’ê. Hêzên PDK’ê yên êrîşî gelê sivîl kirin û jinek ciwan qetilkir, di encama êrîşa wan de rojnamevanên ku erka xwe pêk danîn û ji bûyeran gel agahdar dikirin bûn hedefa guleyan û birîndar bûn. Nûçegihanên Çira TV Jînda Asmîn û Delîla Axîn ji dest û lingên xwe birîndar bûn. Weke Însyatîfa Rojnamevanên Azad, ji bo hempişeyên xwe yên birîndar şifaya xêrê û hişmendiya ku rojnamevanan dike hedef jî şermezar dikin. Weke însyatîf, em li dijî her cure êrîşên li ser rojnamevanan in, gelê xwe biparêzin û bişopînin, daxwaz dikin ku berpirsyar bên diyarkirin û darezandin.”