Îngilîstanê Enfalê weke qirkirin nasî

Îngilîstanê Enfalê weke qirkirin nasî

Piştî Iraqê, Sêwêd û Norwecê niha jî Parlementoya Îngîlistanê bi hevdengî Qirkirina Kurdan a Enfalê ya ku li ji aliyê rejîma Iraqê ve li dijî Kurdan pêk hat qebûl kir. Parlementerê Îngilîz yê bi eslê xwe yê kurd Nadhîm Zahawî ragihand ku  kir ku Parlementoya Îngilistanê qirkirina kurdan nasî û ev yek dê ji bo hikûmetên din NY û YE bibe handan.

Di dema deshilatdariya rêjima Baas (1963-2003) de herî kêm 182 hezar keç, xort, mêr, kalikên kurd di navbera salên 1980-1990’an de hatin Enfalkirin ango qetilkirin. Qirkirina Kurdan ku weke “Enfal” tê zanîn di rojeva cîhanê de ye. Piştî Iraq, Swêd û Norwecê Îngilîstanê weke qirkirina ango “jenosîd” qebûl kir.

 Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, ku biryarê bi keyfxweşî pêşwazî  kir û spasî li hemû kesên kampanya dan meşandin û di nîqaşan de axivîn kir û wiha got: "Par qirkirina kurdan ji aliyê parlementoya Norwec û Sêwêdê ve hatibû qebûlkirin. Parlementoya Îngîlîstanê jî bi heman riyê ev yek qebûl kir. Ji ber vê yekê ez sipasiyê li hemûyan dikim. Hêvî dikim ev yek ji bo welatên din û hemû kesên din dê bibe mînak. Divê em hemû bi hev re li hemberî zilmê bisekînin."
Di biryara ji bi dengên Muhafazakeran û endamên Partiya Karkeran hate qebûlkirin de hate diyarkirin ku dîktatoriya Saddam Huseyîn bi rejîma Baasê li Iraqê li hemberî kurdan Komkujiya Enfalê pêk anî û nêzî 200 hezar kurd hatin qetilkirin û bi gazên kîmyevî Komkujiya Halepçe û hemû sûcên din weke qirkirin nasî.
Parlementerê bi eslê xwe kurd e yê Parlementoya Îngîlîstanê Nadhîm Zahawî, da zanîn ku Parlementoya Îngîlîstanê qirkirina kurdan nasî ev yek dê ji bo hikûmetên din NY û YE bibe teşvîk. Zahawî, bang li hemû dewletên din kir ku pêkanên li hemberî kurdan pêk tên weke qirkirin bên nasîn.

Weke cara yekemîn Parlementoya Iraqê sala 2008 Enfalê weke qirkirin qebûl kiribû û her sal 14ê Nîsanê qirkirina Enfalê li Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên cûda tên bîranîn. Tê payin ku Swêd qirkirina Enfalê bi fermî qebûl bike.

Herî dawî Parlementoya Swêdê komkujiya Enfalê ku rejima Sedam Huseyîn di navbera di salên di navbera salên 1980-90’an de de pêk anî û 182 hezar Kurd qetil kirin weke komkujî qebûl kir. Biryar di roja 5’ê Kanûna 2012 de li Parlementoya Swêdê di civînê de hate pejirandin. Bi vî awayî piştî Iraqê, Swêd bû welatê duwem yê ku Enfal weke komkujî qebûl kir.