ÎHD’ê derbarê pêvajoya aştiyê de rapora xwe aşkera kir
ÎHD’ê derbarê pêvajoya aştiyê de rapora xwe aşkera kir
ÎHD’ê derbarê pêvajoya aştiyê de rapora xwe aşkera kir
Navenda Giştî ya ÎHD'ê "Rapora Komîsyona Şopandinê ya Vekişîna di Pêvajoya Çareseriyê de" aşkere kir. Komisyonê di raporê de diyar kir ku, avakirina qereqol û bendavan hêj didomin.
Komîsyonê destnîşan kir ku, heta Îlona 2013'an li girtîgehan 154' girtiyên nexweşê giran û bi tevahî 526 girtiyên nexweş li girtîgehan tên girtin. Komîsyonê dîsa da zanîn ku, ji bo pêvajo pêş bikeve divê şert û mervên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên başkirin.
Navenda Giştî ya ÎHD'ê derbarê "Rapora Komîsyona Şopandinê ya Vekişîna di Pêvajoya Çareseriyê de" li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Hasan Erdogan, Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Sevim Salihoglu û Îsmaîl Boyraz amade bûn.
Di civînê de Turkdogan diyar kir ku, êdî bi vekirina dibistanan re divê "Sonda me" bê rakirin û wiha got: "Divê daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî bê qebkûlkirin. Biryara boykotê biryarek rewa û îteata sivîl e. Me wekî komîsyonê ji 8'ê Gulanê roja vekişînê heta niha pêvajo şopand. AKP'ê pakêt amade kir, lê nêrînên saziyên sivîl ên civakî negirt. Di vê pêvajoyê de gelek kom vekişiyan. Komên dûr vekişiyan. Gelek kom vekişiyan."
‘DI PÊVAJOYA VEKIŞÎNÊ DE QEREQOLÊN NÛ HATIN ÇÊKIRIN’
Piştî axaftina Turkdogan rapora komîsyonê hat xwendin. Di raporê de hat diyarkirin ku di vekişînê de gelek pirsgirêk derketin û komên ku di nava vekişînê de bûn her tim bi HERON'an hatin şopandin û bi helîkopteran hatin tacîzkirin. Di raporê de hat zanîn ku, her tim kom hatin tacîzkirin û wiha hat gotin: "Di vê pêvajoyê de qereqolên nû hatin avakirin. Li hemberî van qereqolan welatiyan bertekên xwe anîn ziman. Di qereqola li gundê Kayacikê de welatiyê bi navê Medenî Yildirim hat qetilkirin. 8 kes bi guleyan birîndar bûn. Avakirina qereqolan a di dema vekişînê de fikar zêde kirin."
LI COLEMÊRGÊ 189 QEREQOL HATIN AVAKIRIN
Di berdewama raporê de hat zanîn ku, di vê pêvajoya vekişînê de li Colemêrgê û herêma wê ji aliyê TOKÎ' ve 189 qereqol hatin avakirin. Li Şemzînanê li gundên Şikeftan, Golan, Ketûna Binî, Ketûna Serî, Zivkan, Balê, Zerikî Gosrova, qereqol hatin avakirin û sewqiyata leşkerî hatin kirin. Dîsa li herêmên Varibozu, Dema Çiya, Girê Eshaba, Berê Evrazê, Kaniyaspi, Banige, Tilsê, Kola, Nerduşe, Bihiyahorê, Gendalok, Vargeniman, Sikeftan, Garê, Gelişim, Evrestepe, Masîro, Meleyan, Girê Zinî, Girê Tirkan û Çimen Hescî avakirina qereqolan berdewam dike. Li ser sînorê Îranê jî qereqolên Xelîla 1, Xelîla 2, Zerpele, Girê Şikeftan û qada Şehîdan, Milê Fişe, Kendalokê û Kemalokê qereqol tên avakirin. Li navçeya Geverê jî li herêma Oremarê 3 li herêma Doskî 2 û li herêma Xirwate jî gelek qereqolên nû tên avakirin. "
BENDAV TÊNE ÇÊKIRIN
Di raporêde hat zanîn ku, li herêmê 10 qereqolên nû tên avakirin û li Dêrsimê 5' kalekol û 16 qereqolên mobîl, 31 kuleyên leşkerî tên avakirin. 52 baregehên leşkerî tên avakirin. Înşaeta 22 baregehan destpêkir. Hat zanîn ku, li herêma Geliyê Mûnzûr û Dêrsimê 4 bendavên ewlehiyê tên avakirin û li Herêma Şirnexê jî 11 bendavên ewlehiyê tên avakirin.
HÊJMARA CERDEVANA HATE ZÊDE KIRIN
Di dirêjahiya raporê de hate diyarkirin ku, pergala cerdevaniyê jî berdewam dike ÎHD'ê anî ziman ku, pergala cerdevaniyê pêvajoya meşa demokratîk ya PKK'ê tehdît dike û wiha hat gotin: "Waliyê Bedlisê bang li 2 hezar cerdevan kir ku çalak tevlî xebatan bibin. Li Bedlisê 600 kadroyên nû dan cerdevanan. Tê gotin ku dê 600 kardoryên din jî bidin cerdevanan. Dîsa zeviyên ku mayîn lê hatine çandin nehatin paqijkirin û ev yek jiyana welatiyan tehdît dike."
ÎHD'ê di raporê de aşkera kir ku, piştî vekişîna pêvajoyê cenaze dan malbatan û xwestin goristanên xwe ava bikin û wiha berdewam kir: "Hat xwestin ku gorên hemû gerîlayên PKK'ê yên di demên cuda de li deverên cuda jiyana xwe ji dest dane li hev kom bikin û malbat karibin biçin ser gorên wan û wan ziyaret bikin. Lê ev goristanên hatin avakirin jî rastî êrîşan hatin. Li Çiyayê Bagokê êrîşî Şehîdgeha Şehîd Egîd Surûç kirin. Vê yekê hêrsa gelê Kurd zêde kiriye. Li aliyê din ji girtiyên nexweş nayên berdan. Hêj 154' jê giran bi tevahî 526 girtiyên nexweş li girtîgehan in û nayên berdan.
‘DIVÊ ŞERT Û MERCÊN OCALAN BÊN BAŞKIRIN'
Komîsyonê di raporê de bal kişand ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û wiha berdewam kir: "Hikûmeta AKP'ê heta niha tu gavên pêwist neavêtiye. Divê bi lezgîn gavên çareseriyê bavêje. Aktorên sereke yên pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Serokwezîr Erdogan e. Hikûmet bi zanebûn şert û mercên Ocalan' baş neke û naxwaze pêvajo ber bi aştiyê ve pêş bikeve. Li gorî rapor û çavdêriyê rola mîlîtanên PKK'ê û Ocalan pir mezin e. Ji bo pêvajo pêş bikeve divê şert û mercên Ocalan bên başkirin"
Divê zagonên TMK'ê bên guhertin. Divê xalên TCK'ê yên 85, 132, 216, 218, 285, 286, 288, 289, 305, 217, 301, 220/6-7-8, 222, 226, 314/3 ve 318. bên guhertin û rêya azadiya ramanê bê vekirin. Divê xala partiyên siyasî û siyaseta demokratîk û hilbijartinê bên guhertin û li gorî pîvanên demokrasiyê bên nûkirin.
Komîsyonê xwest qadên ku bi hinceta "ewlehiya leşkerî" hatine qedexekirin ji nû ve ji jiyanê re bên vekirin û dawî li qedexeyên herêman bên. Komîsyonê xwest makeqanûn li gorî pîvanên gerdûnî û Neteweyên Yekbûyî ji nû ve bê amadekirin.