ÎHD: 4'emîn pakêta darazê azadiyê nayne
ÎHD: 4'emîn pakêta darazê azadiyê nayne
ÎHD: 4'emîn pakêta darazê azadiyê nayne
Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di derbarê 4'emîn paketa darazê de daxuyanî da û diyar kir ku, ev pakêt azadî û çareseriyê bi xwe re nayne.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê di derbarê 4'emîn pakêta darazê ku di 11'ê Nîsanê de ji aliyê meclisê ve hat qebûlkirin daxuyani da. ÎHD'ê têkildarî 4'emîn pakêta darazê ya "Pêşnûmeya Zagona di Derbarê Guhertina Hin Zagonên têkildarî Azadiya Ramanê û Mafên Mirovan de" li komeleyê civîn pêk anî.
‘PAKÊTA 4’MÎN AZADIYÊ NAYNE’
Di civînê de Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Fazil Ahmet Taner daxuyanî xwend. Taner anî ziman ku, bi vê guhertinê hin gavên erênî hene, lê ev pêşnûma azadiyê bi xwe re nayne û vala ye. Taner destnîşan kir ku pêşnûma ji bo nebe mehkûmê DMME'ê hatiye amadekirin û lazime ku ne tenê teşe, naveroka zagonê jî tije be û xizmetê ji azadiya ramanê û îfadeyê jî veke. Taner da zanîn ku, ev pêşnûme bi vî halê xwe tu guhertinan çênake û kesan azad nake.
Taner li ser guhertinên di derbarê TMK'ê de jî dawestiya û wiha got: "Di guhertinên TCK û TMK'ê de hinekî sînorê azadiya ramanê hat firehkirin. Lê ev guhertin têra tiştekî nake û tiştekî çareser nakin. Muwekilên me ji ber ku mafê parastinê, neaxaftinê çêkirine û nûçe amade kirine hatine girtin. Dîsa ji bo siyaset kirine û di akademiya siyasetê de ders dane hatine girtin."
Taner da zanîn ku ji bo Tirkiye têkeve riya demokrasiyê û çareseriyê divê berî her tiştî astengiyên li pêş raman û îfadeyê bê rakirin û her kes karibe tevlî siyaseta demokratîk bibe û got: "Divê azadiya rêxistinbûnê hebe. Divê bendava hilbijartinê ji pêş siyasetê rabe. Divê darizandina taybet bi dawî bibe Divê cudakariya heq û hiqûqê bi dawî bibe û edalet pêş bikeve. "
Serokê Şaxa ÎHD'ê Umît Efe jî anî ziman ku, xala demboriye hatiye rakirin erênî ye, lê nava pakêtê vala ye.