Hûn nikarin îradeya vî gelî teslîm bigirin
Meclîsa Jinê ya HDK’a Îzmîrê li dijî binçavkirina Gultan Kişanak nerazîbûnên xwe anî ziman, got; “Ji bo jinên hatine qetilkirin, binçavkirinan em vê bêjin, hûn nikarin îradeya vî gelî teslîm bigirin.”

Endamên Meclîsa Jinê ya HDK’a Îzmîrê bi şîara “Dest nede îradeya min” ji bo protestokirina binçavkirina Gultan Kişanak li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê kom bûn.
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Her Der Amed her Der Berxwedan”, “Gultan Kişanak Rûmeta Me Ye” hatin berzkirin.
Li ser navê Meclîsa Jinê ya HDK’ê Canan Kaplan axivî, got; “Em ne tenê ji bo Gultan Kişanak, ji ber ku li dijî îradeya gelekî êrîş heye li vir in. Jin nayên teslîmgirtin. Tiştê ku îradeyê temsîl dike jin e.”
Canan got “em ê bi mejî, laşê xwe li vir bin” û wiha dewam kir; “Ji bo jinên hatine qetilkirin, binçavkirinan em vê bêjin, hûn nikarin îradeya vî gelî teslîm bigirin.”
Çalakî piştî daxuyanî hat bidawîkirin.