Hijmara nûçegihanên ku hatine girtin bûne 171
Însîyatîva Nûçegihanên Azad piştî girtina Rêveberê Weşanê yê malpera înternetê yê Cûmhuriyetê Oguz Guven diyar kir ku li Tirkiyê hijmara nûçegihanên ku hatine girtin bûne 171.
Însîyatîva Nûçegihanên Azad piştî girtina Rêveberê Weşanê yê malpera înternetê yê Cûmhuriyetê Oguz Guven diyar kir ku li Tirkiyê hijmara nûçegihanên ku hatine girtin bûne 171.
Însiyatîva Nûçegihanên Azad, diyar kir tenê di Gulanê de 4 nûçegihan hatine girtin.
Însiyatîvê diyar kir bi girtina Oguz Guven re hijmara nûçegihanên girtî li Tirkiyê bûne 171 û got biryara gritina Guven ji sedemên hiqûqî bêpar e.
Însîyatîvê her wiha diyar kir li Tirkiyê zilm û zordarî û zexta li ser nûçegihanan berdewam e û got: ‘’rastî bi gef, li ser dan, binçavkirin û girtinan nayê tinekirin, ser rastiyan nayê nixumandin.’’
Bi berdewamî hate diyarkirin ku girtina Guven êrîşa li ser azadiya derbirînê û nûçegihanên azad e û hate gotin: ‘’Em Însîyatîva Nûçegihanên Azad vê girtina neqanûnî bi tundî şermezar dikin û ji bo hemû nûçegihan û Guve ku bi navê ‘girtin’ê di girtîgehê de ne, dixwazin demildest serbest werin berdan’’