Heyeta GABB’ê li BASK’ê eleqeyek mezin dît
Heyeta GABB’ê li BASK’ê eleqeyek mezin dît
Heyeta GABB’ê li BASK’ê eleqeyek mezin dît
Heyeteke ji Yekitiya Şaredariyên Herêma Anatolya Başûrêrojhilat (GABB) ku li welatê Bask û Katalonyayê di nava temasan de ye, li welatê Baskê bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin. Di navbera şaredariya Şemzînan û ya Bask Hernanî de protokola bajar a biratiyê hat îmzekirin. Sekreterê giştî yê GABB’ê Ahmet Ertak, şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu û şaredarê Şemzînanên Sedat Tore jî di nav de heytek li herêmên Katalan û Bask a xweser ya Ispanyayê serdan pêk anîn.
Serdanan roja sêşemê li paytexta Bîlbao ya Baskê, bi saziya navê Zenber Gara elkartea ya li ser ziman perwerde û lêkolîna dimeşîne dest bi hevdîtinê kir û roja çarşemê jî bi şaredariya Hernanî re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de bi Şaredariya Şemzînanê re protokola bajar a biratiyê hat îmzekirin.
Piştre heyet di çarçoveya bernameya Hernanî de bi tevgerên ciwan û jinan re hatin cem hev. Di hevdîtinê de tecrube hatin parvekirin û li ser rêveberiyên herêmî yên Kurdistanê jî nîqaş hatin meşandin.
Heyet roja pêncşemê jî bi Yekitiya Şaredariyê Baskê (Udalbiltza) û rayedarên partiya Sortu re hatin cem hev. Heyeta GABB’ê îro jî dê li herêma Katalan serdana pêk bîne. Heyet dê bi rayedarên Koma Tevlihev ya Parlamentoya Katalan, Partiya Çep a Katalan û Yekitiya Şaredariyên serbixwe re bê cem hev.