Heyeta BDP’ê li ser rêya Qendîlê ye
Heyeta BDP’ê li ser rêya Qendîlê ye
Heyeta BDP’ê li ser rêya Qendîlê ye
Heyeta ku ji Hevserokê BDP’ê Selahattin Demîrtaş, Cîgira Serokê Koma BDP'ê ya Parlamentê Pervîn Bûldan û Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk tê, ji bo bi rayedarên KCK’ê re hevdîtin bikin, derbasî Başûrê Kurdistanê bûn.
Heyet ji deriyê sînor ê Xabûrê derbasî Başûrê Kurdistanê bû û piştî hevdîtina îro ya li gel rayedarên KCK'ê, dê vegerin Tirkiyê.
Tê payîn heyet, bi rayedarên KCK'ê re hevdîtina 15'ê Îlonê ya li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binirxîne.