Hevserokê HDP’ê yê Osmaniye hate destgîrkirin

Li Osmaniyeyê polîsên ku avêtin ser avahiyên HDP’ê yên navçe û bajaran ku dest danîn ser belavok û posteran li dijî qeyûman hatibû amadekirin, Hevserokê HDP’ê yê Osmaniyeyê Cebraîl Mûtlû hate destgîrkirin.

Polîsan li Osmaniyeyê di saetên şevê de avêtin ser avahiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçe û bajaran. Polîsên li avahiyan lêgerîn kirin, belavok û posterên li dijî qeyûman ên li navenda Giştî ya HDP’ê desteserkirin. Piştî lêgerînan û şûnde Hevserokê HDP’ê yê Osmaniye Cebraîl Mûtlû destgîrkirin.

Mûtlû yê destgîrkirin birin Şaxa Siyasî ya Midûryeta Emniyetê ya Osmaniyeyê.