Hevşaredarên berê hatin destgîrkirin
Hevşaredarê berê yê Şermex Hasîp Aktaş û hevşaredarê berê yê bajarokê Xelîla Ahmet Încî hatin girtin.
Hevşaredarê berê yê Şermex Hasîp Aktaş û hevşaredarê berê yê bajarokê Xelîla Ahmet Încî hatin girtin.
Di operasyona qirkirina siyasî ya 30’ê Mijdarê di çarçoveya lêpirsîna derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a sala 2013 a Nisêbîn a ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatibû destpêkirin 15 kes hatibûn destgîrkirin. Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Kokkan jî di nav de 8 kes hatibûn berdan hevşaredarê bajarokê Sitîlîle ya Nisêbînê Lokman Findik hatibû girtin.
Hatîce Kalkan, Husnu Agirman, hevşaredarê berê yê Şermexê Hasîp Aktaş û hevşaredarê berê yê bajarokê Xelîla ya girêdayî Kerboranê Ahmed Încî ên karûbarên wan ên dewam dikir,piştî îfadeya wan a li emniyetê saetên sibê sewqî Edliyeya Mêrdînê kirin.
Dozgerê ku îfade girt Kalkan û Agirman bi şertê ‘kontrola edlî’ berda, bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ jî Încî û Aktaş sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê kir.
Încî û Aktaş hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E a Mêrdînê.