Hevdîtinên şandeya HDP-DBP’ê yên li Strasboûrgê didomin
Hevdîtinên şandeya HDP û DBP’ê yên bi Kongreya Rêveberiya Herêmî û Xwecih a Konseya Ewropayê, bi wesîleya rûniştina Strasboûrgê didomin.
Hevdîtinên şandeya HDP û DBP’ê yên bi Kongreya Rêveberiya Herêmî û Xwecih a Konseya Ewropayê, bi wesîleya rûniştina Strasboûrgê didomin.
Hevdîtinên şandeya HDP, DBP’ê bi wesîleya rûniştinên Kongreyê ku Sêşemê dest pê kiribû duh jî dom kir. Di şandeyê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, Wekîlê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu û Nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Fayik Yagizay jî hene.
Şande bi Serokê Monîtorîngê amadekarê rapora ku duh bi piraniya dengan hatî qebûlkirin Leendert Verbeek re rûnişt. Di rûniştinê de hem têkildarî raporê û hem jî têkildarî zextan agahî hate parvekirin.
Endamên şandeyê piştre hem bi endamên delegasyonê re yên ji welatên cuda hevdîtinên kurt kirin.
Şande îro jî wê bi Serokê Koma Sosyalîst Pîero Fassîno û Serokê Kamaraya Rêveberiya Xwecih a girêdayî Kongreyê Anders Knape re rûnê. Kanpe ji bilî Leeddert Verbeek yek ji wan navê din e ku rapora duh a têkildarî şaredariyên Kurd amade kiribû.
HINCET Û TEZÊN TIRKIYÊ ÊDÎ NAYÊN QEBÛLKIRIN
Fayik Yagizay ku li ser rûniştinên Kongre, nîqaş û hevdîtinan axivî, got rûniştinên van 6 mehên peşî zêde eleqe dîtine. Yagizay diyar kir, hejmara endamên ku tevlî seansê nîqaşê bûne zêde bû ne û li dijî polîtîkayên zextê yê hikûmeta AKP’ê banga bihistyarbûnê hatiye kirin.
Yagizay li ser nîqaşên rarpora têkildarî polîtîkayên li ser şaredariyên DBP’ê ku duh hatibû pejirandin got, di nîqaşan de ji bilî delegasyona Tirk û Azerî ti endam bi başî li ser Tirkiyeyê neaxivî. Yagizay diyar kir teza 'têkoşîna dijî terorê' ya ku di çarçoveya Rewşa Awarte de li dijî şaredariyên Kurd bi kar tînin li cem endamên Kongreyê ti qîmeta xwe nîn e.
'ENCAMÊN DENGDANÊ NÎŞANA XILASBÛNA ÎMAJA TIRKIYÊ YE'
Yagizay bal kişande ser îmaja AKP’ê ya di Konseya Ewropayê de ku Tirkiye tenê endamê vê saziya Ewropayê ye û got, têkildarî rapora li ser şaredariyên DBP’ê ji bilî endamên Tirk û Ezerî 'çendekan' tenê helwest nîşan dane. Yagizay got, "Encamên di vê dengdanê de nîşan dide ku îmaja Tirkiyeyê li vir qediyaye."
Yagizay diyar kir ku mînakên vê di demên pêş de wê zêdetir bibin. Her wiha got di biryarekê de ku ji hêla Komîteya Monîtorîngê de ya Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropa ve hatiye standin, bi bîr dixe ku divê Tirkiye dîsa bikeve pêvajoya şopandinê. Yagizay diyar kir ku di rûniştina Konseya Ewropayê ya Nîsanê de bi îhtîmeleke mezin ev ê were qebûlkirin.