Hevdîtina parêzeran ya bi Ocalan re dîsan hate red kirin
Hevdîtina parêzeran ya bi Ocalan re dîsan hate red kirin
Hevdîtina parêzeran ya bi Ocalan re dîsan hate red kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muvekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bûrsayê dan. Dozgeriyê dîsa bi hinceta "keştî xirabe ye" serlêdana parêzeran red kir.
Ji parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlum Dinç, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînîn dîsa serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dîsa dosgeriya komarê heman hincet nîşan da û diyar kir ku, keştî xirabe ye.
Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 587 roj berê çûbûn îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 164 caran ji bo biçim Îmraliyê seri li rayedaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan beriya çend li xwe mikur hatibû ku, ew destûrê nadin parêzer biçin Îmraliyê.