Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate asteng kirin

Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate asteng kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muvekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bursayê dan. Dozgeriyê dîsa bi hinceta "keştî xirabe ye" serlêdana parêzeran red kir.

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlum Dinç, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bîne dîsa serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dîsa dosgeriya komarê heman hincet nîşan da û diyar kir ku keştî xerabe ye. Serlêdana parêzeran a sêşemiyê jî dîsa bi hinceta "kêştî xirabe ye" hatibû astengkirin.

Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 582 roj berê çûbûn îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 163 caran ji bo biçim Îmraliyê seri li rayedaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin.