‘Heta hestiyê kurê xwe bibinim, ez ê li qadan bim’
Dayikên Şemiyê yên di hefteya 608’emîn de li ber Lîseya Galatasarayê hatin cem hev, aqûbeta Hayrettîn Eren ê di 12’yê Îlonê de hat windakirin hate pirsîn.
Dayikên Şemiyê yên di hefteya 608’emîn de li ber Lîseya Galatasarayê hatin cem hev, aqûbeta Hayrettîn Eren ê di 12’yê Îlonê de hat windakirin hate pirsîn.
Dayikên Şemiyê yên di hefteya 608’emîn de li ber Lîseya Galatasarayê hatin cem hev, aqûbeta Hayrettîn Eren ê di 12’yê Îlonê de hat windakirin hate pirsîn. Dayîka Eren Elmas Eren, diyar kir ku heta ew hestiyên kurê xwe ne bîne wê li qadan be.
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 608’emîn de li ber Lîseya Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta “Kujer diyarin winda li kune” ku gulên sor li ser danîn hat vekirin û dovîzên ku wêneyên windayan li serin hatin hilgirtin.
Di çalakiya vê hefteyê aqûbeta Hayrettîn Eren ê piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’an di bin çavan de hat windakirin hat pirsîn. Di çalakiyê de Cemîl Kirbayîr destpêkê axivî û diyar kir ku ev 36 salan bi heman daxwaz û gotinan li ber Lîseya Galatasarayê aqûbeta windahiyên xwe dipirsin û wiha got: “Ev 21 sale me ev der ji bo xwe kirine cihê lêgerîna maf û edaletê. Daxwaza me çiye? Em çi dixwazin? Dayîka Elmas Eren ku kurê xwe Hayrettîn Eren di binçavan de winda kiriye jî heman tiştî dixwaze.”
Piştî Kirbayîr biyarê yek ji windayên 12’ê Îlonê Suleyman Cîhan, Ahmet Cîhan da zanîn ku yên ku vî welatî birêve dibin nikarin bi vê şermê bijîn û wiha pêde çû: “Ji sala 1986’an ve ez û dayîka Elmas hevdu nas dikin. Dayîka Elmas wê demê jî tenê tiştek digot; ‘Ez tenê hestiyên kurê xwe dixwazim. Ez dixwazim gorek wî ya ku ez bi gulan bixemilînim hebe’ niha jî heman tiştî dibêje. Divê kesên vî welatî birêve dibin ji xwe şerm bikin.”
‘EZ Ê HATA BÊHNA XWE YA DAWÎ LI GALATSARAYÊ BIM’
Dayîka Hayrettîn Eren ê ku di 12’yê Îlonê de li Midûryeta Polîsan a Stenbolê di bin çavan de hat windakirin Elmas Eren gotinên Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Mehmet Agar ên wekî “Çepgir zarokên pir baş bûn. Di destê man de kêrek jî tune bû” bi bîranî û wiha domand: “We çi ji zarokên di destê wan de kêr tunebûn û wekî gulekê bûn xwest? Çiyê wan hebû? Çi sûc kiribûn? Dizî kiribûn? Ez ti caran bêzar nabim. Heta ez hestiyên kurê xwe nebînim ez ê heta bêhna xwe ya dawî li ber Lîseya Galatasarayê bim.”
Endamê Komîsyona Li dijî Kesên di bin Çavan de Hatine Windakirin a ÎHD’ê Umît Tekey Dîşlî ve hat xwendin. Dîşlî, diyar kir ku ev 608 hefteye li ber Lîseya Galatasarayê li edalet û azadiya ku li Tirkiyeyê bê daraz maye digerin û wiha axivî: “Ev 14 sale kesên ku Tirkiyeyê birêve dibin berdewamkarên kesên binpêkirinên mafan pêka anîne. Destpêka Kenan Evren, cuntayên 12’yê Îlonê û piştgirên wan ji windakirina Hayrettîn Eren berpirsyarin. Rastî li holê ye lê li holê vîna ku vî sucê dijî mirovahiyê qebûl bike ku bêje ‘carek din nayê kirin’ tuneye. Çend sal derbas bibin bila bibin, em ê Hayrettîn û kesên di 12’yê Îlonê de hatin windakiri ji bîr nekin.”