HDP: Qetlîama li Fransayê encama îstîsmarkirina baweriyan e

HDP’ê qetlîama li Fransayê şermezar kir û got: “Ev cînayeteke nefretê ya siyaseta dînparêz û nijadperest e.”

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê derbarê qetlîama li Fransayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Li bajarê Nîceyê yê Fransayê bi metodên DAÎŞ’ê li pêşiya dêrekê 2 jê jin 3 hemwelatiyên Fransayê hatin qetilkirin.

Em sersaxiyê ji malbata van kesên hatine qetilkirin û ji gelê Fransayê re dixwazin. Ev êrîş ne şerê du baweriya dînên cihê ne, ev cînayeta nefretê ya ji ber siyaseta nijadperest e.

Ji bo ku desthilatdar bîr û baweriyên gelan ji xwe re nekin alava siyaseta dînparêz, nijadperest û populîst em bi hev re helwesta xwe zelal bikin.

Êdî dema vî tiştî hatiye ku gel li dijî feraseta DAÎŞ’ê û li dijî siyaseta îstîsmarker a ku dixwaze vê ferasetê ji xwe re bike firsend, helwesta xwe diyar bike.

Em bang li hemû gel û baweriyan dikin ku bila bi aştiyane tevbigerin û li dijî vê feraseta barbar xwedî helwest bin.”