HDP: Kerbela sembola berxwedana gelên mezlûm e

HDP'ê diyar kir, "Kerbela bûye sembola berxwedana gelên mezlûm" û qurbanî bi bîr anî.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi wesîleya salvegera Komkujiya Kerbelayê daxuyaniyek weşandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hz. Huseyîn ku beriya 1340 salî tevî 72 hevrêyên xwe li Kerbelayê li dijî desthilatdariya Emewî li ber xwe da û ji ber ku serî li ber desthilatdariya zordar a Yezît serî netewand hate qetilkirin, şopeke jê nayê birin li pey xwe hişt. Hz. Huseyîn ê ku serî li ber zaliman netewand, di şexsê têkoşîna wî ya bi rûmet de , Kerbela bûye sembola berxwedanê ya gelên mezlûm.

'DIVÊ EM BI SEKNA HUSEYNÎ TEVBIGERIN'

Gelên ku ev rêbertiya bi rûmet a sekna Huseynî ji xwe re kirine mîrate, ji berê ve ji aliyê desthilatdariya ve tune hatine hesibandin, zext, zilm û komkujî li wan hatiye kirin. ji ber vê yekê rê û wezîfeya me ye ku li dijî Yezîtên vê demê bi sekna Huseynî li dijî faşîzmê parastina aştî, azadî, wekhevî û edaletê bikin."

Di daxuyaniyê de qurbaniyên Kerbelayê bi rêzdarî hatin bîranîn.