HDP: Em bi xwendekar û akademîsyenên Bogazîçiyê re ne

HDP'ê nerazîbûn nîşanî êrişa li ser xwendekarên Bogazîçiyê da û destnîşan kir ku ew bi xwendekar û akademîsyenan re ne yên li dijî qeyûm li ber xwe didin.

Hevberdevkê Komîsyona Çand, Huner, Spor û Polîtîkayên Perwerdeyê ya HDP'ê Ender Ondeş bi daxuyaniyekê ragihand ku ew bi xwendekar û akademîsyenan re ne yên li dijî qeyûm li ber xwe didin.

Ender Ondeş diyar kir ku li Tirkiyeya heyî êrişeke giran li ser avanî û sazîbûna zanîngehê tê kirin û got, "Zîhniyeta tekperest a li ser desthilatdariyê ye, demeke dirêj e hewl dide zanîngehan bike qadeke ku pê ve girêdayî ye."

'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN TÊKOŞÎNA XWENDEKAR Û AKADEMÎSYENAN'

Di daxuyaniyê de êrişa polîsan a li dijî xwendekaran û destgîrkirina xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hate bibîrxistin û hate gotin, "Em bi xwendekar, hîndekar û xebatkarên Bogazîçiyê re ne ku li dijî vê kiriyara binpêkirina nirxên zanîngehê li ber xwe didin. Bi navê Partiya Demokratîk a Gelan em piştgiriyê didin vê têkoşînê û dixwazin ku xwendekarên hatine destgîrkirin tavilê bên berdan."