HDP’ê sererastkirina înfazê li Meclîsê protesto kir

Sererastkirina înfazê ya li Meclîsê tê nîqaşkirin, li Desteya Giştî ya HDP’ê hate protestokirin.

‘Qanûna Înfazê yê Tedbîrên Ceza û Ewlekariyê li gel Teklîfa Qanûnê ya Derbarê di Hinek Mijaran de Guhertinê’ ku ji 70 bendan û plansazî tê kirin di serî de sererastkirina înfazê di nav de ku di 11 bendan de guhertin bike, ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatiye amadekirin li Desteya Giştî dest bi nîqaşkirina wê hate kirin.

Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku nîqaşkirina teklîfê li dijî rêziknameya navxweyî ya Meclîsê ye û daxwaz nîqaşkirina pîvanê kir.

Beştaş diyar kir ku li gel efûyê li bendê ye ku 90 hezar kes bên berdan û wiha pêde çû: “Hûn dixwazin yên azad bibin di demeke wiha de tînin pêşiya me. Mijara ku hûn dibêjin edaleta înfazê li gel têkiliya di navbera sûc û ceza de, rêbazên têkildarî kişandina înfazê divê têkelî hev neyê kirin. Li vir têkildarî kişandina ceza 3 rejîm dibînin. Girtiyên siyasî ji derveyî 4/3 dihêlin û rejîmeke taybet çêdikin. Li gorî rêziknameya navxweyî û destûra bingehîn ji ber ku weke efûyeke taybet tê dîtin, ev kes bikevin bin lêgerînê.”

Piştre jî Bulent Tezcan ê CHP’î mafê axaftinê girt cihêtiya efûya giştî û efûya taybet li gorî Qanûna Ceza ya Tirk hatiye diyarkirin û got: “Hişmendiyeke ku girtiyên siyasî efû nake, li girtîgehan ji ber koronayê bimrin, li kû dibe bila bibe bimrin, ketine derdê ku tecawuzkar, yên çete ava dikin û kî/ê dibe bila bibe, bi rehet li derve bigerin.”

Koma HDP’î a di destê wan de dowîzên bi nivîsên ‘Înfaza wekhev dide jiyîn’, ‘Korona girtiyan cuda nagire dest’ û ‘Di înfazê de wekhevî û ji bo her kesê edalet’ hilgirtibûn destê xwe li mêzeyên li ser dida û ev sererastkirina protesto kirin.