HDP'ê qurbaniyên erdheja Marmarayê bi bîr anî

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, kesên ku di Erdheja 17'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û diyar kir, ku berpirsyar zîhniyeta rantxur e.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi wesîleya salvegera Erdheja Marmarayê ya 17'ê Tebaxa 1999'an daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de qurbaniyên erdhejê hatin bîranîn û hate gotin, "Li gorî daneyên fermî 18 hezar û 373 kesî jiyana xwe ji dest dan, 48 hezar û 901 kes birîndar bûn, 5 hezar û 840 kes winda bûn, tevî ku sal di ser vê felaketa mezin re derbas bûne hîn jî birînên wê nehatiye pêçandin û li dijî rîskên erdhejê tedbîr li Tirkiyeyê nehatine wergirtin."

'SEDEMA HILWEŞÎNÊ POLÎTÎKAYÊN DESTHILATDARIYÊ BÛ'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bîlançoya felaketa erdhejê ya ku li Stenbol, Bolû, Bûrsa, Eskîşehîr, Kocaelî, Sakarya û Yalovayê bû sedema mirina mirovan, ji daneyên dewletê gelekî girantir e û hate gotin, "Li gorî daneyên rêxistinên civakî yên sivîl, gelê herêmê û daneyên ne fermî di felaketa erdheja sala 1999'an de herî kêm 50 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan."

HDP'ê diyar kir ku rant, bajarvaniya çewt, bêberpiryariya siyasî, wernegirtina tedbîran dema ku bi felaketên xwezayî re bûn yek, hingî ji bo civakê dibe sedema hilweşîneke mezin û ragihand, "Sedema hilweşîna 17'ê Tebaxê ev bêberpirsyarî, rantxurî bû. Mixabin 21 sal in zîhniyeta bi heman rengî ya rantxur welêt bi rê ve dibe."