HDP’ê piştgirî da parêzerên ÇHD’ê

HDP’ê piştgirî da 20 parêzerên ÇHD’ê û got ku daxwazên wan rewa ne.

Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Umît Dede daxuyanî weşand û got ku “Serokê Giştî yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli jî di nav de 20 parêzerên ÇHD’ê bi adilane nehatine darizandin.

Ji bo ku darizandin bi adilane were kirin û mafê wan ê parastinê were pêkanîn parêzer Ebrû Tîmtîk 94 roj in û parêzer Aytaç Unsal jî 60 roj in di greva birçîbûnê de ne. Tîmtîk û Unsal diyar kiribûn ku wan çalakiya greva birçîbûnê veguherandina rojiya mirinê.

Em diyar dikin ku daxwazên endamên ÇHD’ê daxwazên me ne jî û em ê van daxwazan bişopînin.”