HDP’ê ji bo 1’ê Gulanê peyam da: Heke em bibêjin ‘NA’ wê kedkar bi ser bikevin

HDP’ê têkildarî 1’ê Gulanê peyamek da û got, ‘’1’ê Gulanê em ê li ‘na’yên xwe xwedî derbikevin da ku kedkar bi ser bikevin’

HDP’ê got, ‘’1’ê Gulanê em ê li ‘na’yên xwe xwedî derbikevin da ku kedkar bi ser bikevin’ û li dijî desteserkirina mafên kedkaran, polîtîkayên ku têne sepandin bang li kedkaran kir da ku 1’ê Gulanê dakevin qadan.

Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) têkildarî 1’ê Gulanê, Yekîtî, Hevgirtin û Têkoşîna Kedkaran daxuyaniyeke nivîskî da.

 ‘EM Ê LI NAYÊ XWEDÎ DERKEVIN’

HDP’ê di daxuyaniyê de got 1’ê Gulanê ew ê li dijî wan ên ku bi zor û dek û dolaban mafên kedê desteser kirine bibêjin, ‘na’ û wiha berdewam kir:
‘’Em ê ji bo mafê tazmînatê yê karker û kedkaran di 1’ê Gulanê de bibêjin ‘Na’ Di 1’ê Gulanê de em ê li ‘na’yên xwe xwedî derbikevin da ku kedkar bi ser bikevin. Di 1’ê Gulanê de, roja yekitî, têkoşîn û hevgirtinê ya karkeran de em ê derkevin qadan, li ‘na’yên xwe xwedî derbikevin, em ê bibêjin em encamên referandûmê qebûl nakin û têkoşîna demokrasiyê geş bikin.’’

HDP’ê bi domdarî got: ‘’Ji bo çareseriya demokratîk a siyasî ya pirsa Kurd li ser bingehê wekhevî û azadiyê pêk were, ji bo parastina aştiyê ya gelên Rojhilata Navîn,  li dijî yên ku jinan li malê asê dikin, ji bo em ked, beden, azadiya xwe biparêzin, ji bo ku em bibêjin karker ne kole ne, ji bo dawîlêanîna karkerên zarok, ji bo xwedî derketina li xwezaya xwe, bajarê xwe, heqê jiyanê, ji bo biratiya hemû gelan, baweriyan, kedkaran; ji bo ku em li dijî dizîna jiyana xwe, dengê xwe, vîna xwe bêdeng nemînin, 1’ê Gulanê em ê li qadan bin. Bijî 1’ê Gulanê, Yaşasin 1 Mayıs.’’

Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Ayhan Bîlgen jî ji girtîgehê peyamek şand û 1’ê Gulanê pîroz kir.