HDP 20’ê Cotmehê starta hilbijarinên herêmî dide

HDP, 20’ê Cotmehê bi lidarxistina ‘Komxebata Xwerêveberiya Herêmî’ re wê starta hilbijartinên herêmî bidin.Wê di komxebatê de polîtîkayên qeyûm ên dagirker û gefên Erdogan bikin rojev.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Wê di 20'ê Cotmehê de bi "Komxebata Xwerêveberiyên Herêmî" starta xebatên hilbijartina rêveberiya herêmî bide.

HDP, wê bi sernavê “Li Tirkiyeyê Cerebeyên Xwerêveberiya Herêmî ya Demokratik" komxebatê pêk bîne.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamenterên HDP’ê hevparên rêxistinên demokratîk wê amade bibin.

Civîn wê ji 6 rûniştinan pêk bê. Komxebat wê bi ser navê “Di xwerêvberiyên herêmî de pergala jinê", “Taslaga polîtîkayan û Modela Rêveberiyen herêmî ya Demokratîk" wê niqaş bên kirin. Dîsa wê polîtîkayên qeyûman bên nîqaşkirin.