HDK Ewropa ji bo ‘1’ê Gulanê’ bang kir

HDK Ewrıpa ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî da û got, ‘’Ji bo ku em bibêjin Na, 1’ê Gulanê em xwe berdin kuçeyan’’

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo 1’ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

‘’Ji bo ku em desteka dewletên Ewropa yên leşkerî, siyasî, aborî .yên ji bo Tirkiyê teşîr bikin, ji bo êrîşên Tirkiyê yên li ser gelên me yên azadîxwaz ên Kurdistanê, Rojhilata Navîn teşîr em bikin em derkevin kolanan.

Ji bo ku em ji êrîşên Erdogan/AKP  ên faşîst ên bi ser Rojava û Şengalê de, ji bo êrîşên wan ên li ser Bakurê Kurdistanê, gelê me yê Kurd ê li Tirkiyê, ji bo êrîşên li dijî şoreşger, sosyalîstan re em bibêjin na û ji faşîzmê hesab bipirsin em derkevin qadan.’’