HBDH’ê avakirina Komîteya Kurdistanê ragihand

HBDH’ê avakirina Komîteya Kurdistanê bi çalakiyeke ya li navçeya Qoser a Mêrdînê lidar xistin re ragihand.

Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) a daxuyaniyek nivîskî da îlana avakirina Komîteya Kurdistanê ragihand.

HBDH’ê ev got: “16!ê Kanûna 2020’ê di saetên şevê de li Taxa Fûat a navçeya Qoser a Mêrdînê TIR’ek a girêdayî şirkera Şukru Firat ê hevkarê AKP’ê û APK’î hevkar in li navçeyê şewitandin. Di çalakiyê de TIR û barê wê şewitî bûn xwelî.

Çalakî ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Ûgûr Kaymaz a HBDH’ê ku ji bo bîranîna Ûgûr Kaymaz ê 12 salî ku li ber derê malê li gel bavê xwe bi 13 guleyan hate qetilkirin û hemû zarokên ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin hate kirin.

Çalakiya me heman demê tê wateya têkoşîna xwe ya Şoreşgerî ya Yekbûyî gihandina astekî nû, îlana avakirina Komîteya Kurdistanê ya HBDH’ê ye.

Em ê bi biryardarî çawa li metrepolên Tirkiye çalakiyên xwe didomînin, heman demê em ê li Bakurê Kurdistanê jî bi avakirina vê komîteyê re çalakiyên xwe bidin destpêkirin.

Bila hêzên dijmin vê baş bizanin ku; yên li ser erdnîgariya Kurdistanê li gel mêtingeran kar dikin, xiyanetê li gelê xwe dikin, bingehê ji bo qatilên zarokên Kurd çêdikin, ji çandê bigire heta erdnîgariyê talan dike, nûnertiya mêtingeriyê li Kurdistanê erkdariyê dikin, dîsa ji bo mêtingeran bibin komele, bi wan re di nava hevkariyê de bin, wê bibin hedefên me.

Em Komîteya Kurdistan a HBDH’ê hêzê milîs ên yekbûyî û şervanên me wê di têkoşîna azadiya gelê Kurde li dijî mêtingeran wê şerê şoreşgerî ya yekbûyî bidomîne. Ji ber ku desthilata refa karker a Tirkiye mêtinger dike û desthilata Kurdistanê talan dike her heman hêz in. Ji ber ku li ser van herdu erdnîgariyan yekane rêya rizgariya gelên kedkar a li dijî vî dijminî yekbûn û têkbirine.”