Hawara Amedê gihîşt Qamişloyê
Hawara Amedê gihîşt Qamişloyê
Hawara Amedê gihîşt Qamişloyê
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, çû deriyê sînor ê li navbera Nisêbîn û Qamişloyê û kelûpelê alîkariya bo gelê Sûriyê gihand rayedarên wê derê. Baydemîr, da zanîn ku ev alîkariyeke mirovîn e, hêvî kir ku şerê navxweyî yê li Sûriyê bi dawî bibe û daxwaza aştiyê bo gelên Sûrî kir.
Alîkariya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Baglar, Sûr, Yenîşehir û Kayapinarê bi hev re bi kampanyayeke bi navê piştgiriya bi gelê Sûrî re hatiye komkirin li herêma tampon a li deriyê sînor ê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de hate teslîmkirin.
Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr, Cîgirê Şaredarê Kayapinarê Mahmut Dag, Cîgirê Şaredarê Sûrê Turkî Gultekîn û Cîgira Şaredara Baglarê Sema Koç, sibê saet 07:00ê li Şantiyeya Mardînkapi a Şaredariya Sûrê bo taştê hatin ba hev û pişt re ber bi Nisêbînê ve bi rê ketin. Şaredar û cîgirên xwe gihîştin Navenda Çandê a Mîtannî a li Nisêbînê, li vê derê ji aliyê Serokê BDPa Mêrdînê Reşat Kaymaz, Serokê BDPa Nisêbînê Abdulbarî Eren û dayikên aştiyê ve hatin pêşwazîkirin. Serok û şaredar piştî gihîştina kamyonên erzaqî ji Şaredariya Bajarê Mezin, Baglar, Kayapinar, Sûr, Yenîşehir, Bismîl û Qoserê çûne Deriyê Sînor ê Nisêbînê. Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan li vir pêşwazîya wan kir û li herêma tampon 12 kamyon alîkariya hawarê ji bo bigihêjin gelên Sûrî radestê rayedaran hate kirin.
Piştî ku erzaqê alîkariyê hate radestkirin Baydemîr axaftinek kir û spasiyên xwe li gelê Amedê, Şaredariya Nisêbînê, gelê vir û STKyan kir. Baydemîr, da zanîn ku wek Şaredariya Bajarê Mezin û GABB ew ê ji îro pê de pirtir hewl bidin li gel Şaredariya Nisêbînê li nik gelê rojava û di hawara wan de bin, Baydemîr weha axivî:
“Ev helwesteke mirovîn e. Hêviya me ye ku demeke herî nêz şerê li Sûriyê bi dawî were. Gelên wir, komên baweriyan û hemû nijadên wir bi hev re paşerojeke azade ji xwe re ava bikin. Hemû gelê wê derê statûya xwe, bi demokrasiyane, di nav aştî û biratiyê de çêbikin. A dimîne ser me jî ew e ku em wek şaredarî bi awayekî mirovî piştgiriya xwe bo vê derê pêk bînin. Di navbera şaredariyan de hevkariyê saz bikin.”
Roj roja hevkariyê ye
Baydemîr, bal kişand ser têkiliya di navbera serxet û binxetê de û wega axivî, “Bav û kalên me kengî tengav bûn xwe avêtin binxetê. Gelê binxetê êşa me, diltengiya me di dilê xwe de his kir û xwe gihand hawara me. Îro, ew roj e ku bi gelê Binxetê re hevkariyê bikin.” Baydemîr, da zanîn ku wan piştgiriya ji aliyê Şaredariyên Bajarê Mezin, Baglar, Kayapinar, Sûr, Yenîşehir, Bismîl û Qoserê ve hatiye berhevkirin bi awayekî konvoyî gihandine vê derê û weha domand, “Alîkariya ji vê derê diçe li herêma tampon li kamyonan tê barkirin û bo kesên pêdivî tê şandin. Ev dirêjbûna destê biratî, hevkarî û yekgirtinê ye.”
Baydemîr, diyar kir ku ev piştgiriya wan bi îro bi sînor namîne û weha got, “Gelê Amedê ji 7 heta 70 salî dê bi ruhê hevgirtinê, vê kampanyayê bidomîne. Hemû êşên xelkê Sûrî dikêşe êşên me yên hevpar in. Ji ber vê banga min li hemû gelê me ye; hevgirtin û tifaqa xwe xurtir bikin. Pirtir yekitiyê gur bikin. Îro roja piştgirî û yekitiyê ye. Roj, roja hawar û hevkariyê ye.”
Serokê BDPa Mêrdînê Reşat Kaymaz jî ji ber alîkariya şaredariyan a bi gelê Sûrî re spasiya wan kir û bang li gelê Sûriyê kir ku bo azadiya xwe bibin yek dil.