Hakan Fîdan, bi Barzanî re civiya û piştre çû Şengalê

Piştî ku Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan li Şengalê bi çeteyan re hevdîtin kir û şûnde, li Dihokê bi Barzanî re civiya. Hat diyarkirin ku Fîdan leşkerên Tirk ên li Bamernê jî dimînin ziyaret kiriye.

Li gorî çavkaniyên pêbawer ku agahî dane Rojnews, Musteşarê Rêxistina Sûxuriya Mîllî ya Tirk (MÎT) Hakan Fîdan di navbera dîroka 14-15’ê Adarê de hatiye Başûrê Kurdistanê.

Her wiha hate destnîşankirin ku Hakan Fîdan bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesud Barzanî û alîkarê Serokê Giştî yê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî re du hevdîtinên cûda pêk aniye.

Hat ragihandin ku hevdîtin li ser tifaqa di navbera PDK-Tirkiyê de û operasyoneke giştî ya li dijî PKK’ê hatiye destgirtin.

Heman çavkanî girêdayî Fîdan agahiyeke girîng da û diyar kir ku Hakan Fîdan piştî van hevdîtinan çûye Şengalê û serdana çend komên çete yên cûda kiriye. Her wiha hate gotin ku Fîdan çûye baregeha leşkerî ya artêşa Tirk ya Bamernê jî.