Gunay: Desthilatdarî muxatabiya çareseriyê dûr ketiye

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got, "Desthilatdarî, ji ber polîtîkayên xwe yên têkildarî pirsgirêka Kurd ji muxatabiya çareseriyê dûr ketiye." Gunay diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê faşîzmê mezin dike.

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya asayî ya heftane li dar xist û bûyerên di rojevê de ne nirxand.

Gunay bi wesîleya salvegera 4'an a komkujiya ku DAÎŞ'ê li Dîlokê kir û 56 kesan jiyana xwe ji dest dan, qurbaniyên komkujiyê bi rêzdarî bi bîr anî.

Gunay got, "Komkujî bi destê DAÎŞ'ê hate kirin, lê belê yên ku rê dan wan, yên ku heta Enqereyê pêşî li wan vekirin, dijminên aştiyê yên vî welatî, çareseriya pirsgirêka Kurd weke dawiya xwe dîtin. Ji wê rojê ve di encama dijminatiya li Kurdan û dijminatiya li aştiyê de bi sedan, bi hezaran mirov hatin qetilkirin."

Gunay destnîşan kir ku Darbeya Qeyûm a 19'ê Tebaxê jî encamek heman zîhniyeta Komkujiya Dîlokê ye.

Di dewama axaftina xwe de Gunay nîqaşên dema dawî yên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd bi bîr xist û bal kişand ser polîtîkayên dijminatiyê yên desthilatdariyê.

Gunay anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi polîtîkayên xwe yên heyî, di çareseriya pirsgirêka Kurd de ji muxatabiya çareseriyê dûr ketiye û got, "Lewma em di demeke welê de ne ku aliyê 'çareserî û muzakereyê' nîne, demeke 'bêmuxatabiyê' ye."

Gunay destnîşan kir ku HDP di vê mijarê de xwedî tecrûbe û danheviyeke xurt e û got, "Partiyên ku ji dil tevbigerin, em amade ne tecrûbeyên xwe bi wan re parve bikin û hevkariyê bikin."

Bi dewamî Gunay bi bîr xist ku wan asta 3'emîn a bernameya têkoşîna demokratîk 19'ê Tebaxê li Mêrdîn û Stenbolê dane destpêkirin û got, "Ev têkoşîna ku me dest pê kirine, banga li gelên alîgirê demokrasî, edalet û azadiyê ye. Her roja ku piştevaniya civakî pêk nayê, desthilatdarî faşîzma xwe bêhtir mayinde dike.

Li dijî vê zîhniyeta tekperest û faşîst dem dema yekbûna hêzên demokrasiyê ye. Lewma xeleka ji mirovan a ku 1'ê Îlonê em ê li 9 deveran pêk bînin xwedî wateyeke mezin e. Bi zincîra aştiyê em ê karibin faşîzma desthilatdariyê girê bidin. Ji ber vê yekê em banga xwe ya li gelên Tirkiyeyê dubare dikin. Tu jî bibe xelekek ji vê zincîrê û em bi hev re faşîzmê tune bikin."