Gul li Stockholmê tê protestokirin
Gul li Stockholmê tê protestokirin
Gul li Stockholmê tê protestokirin
Serokomarê tirk Abdullah Gul ku jia liyê 16’emîn Kral Gustav yê Swêdê hat vexwendîkirin di 10’ê adarê de tê Swêdê û li vir dê ji aliyê Asurî-Suriyaniyan bê protestokirin.
Xwepêşandana protestoyî di dema ku serokomar Gul li parlamentoya Swêdê axaftina xwe bike de dê li nêzî avahiya parlmentoyê pêk were.
Saziyên Asûr-Suryanî kul i Swêdê faliyetan dimeşînin daxuyaniyek hevpar dan û diyar kirin ku di sala 1915’an de di encam qirkirina Ermenî, Asûrî-Suryanî, Rum û Yahudiyan de bi mîlyonan kes miri.ne û gotin li Tirkiyeyê hejmara gayrî-musliman nêzî 100 hezariye û di bin şert û mercên giran de dijîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta tirk li dijî keşîşxane û dêran rêza wê tune û got Haga Sofyaya 1600 salî ya li Îzmîtê kirine mizgeft û wiha hate gotin: “Demeke berê cigirê serokwezîr diyar kir ku Dêra Haga Sofya , dê bikin mizgerft. Beşeke axa Keşîşxaneya Mor GAbrîel bi manîpulasyonên saziyên cuda yên dewletê hatin desteserkirin. Zarokên kêmaran her roj rastî newekheviyê tên û li dibistanan di pirtûkên dîrokê de tê gotin ku kal û bavên wan bi dijmire hevkarî kirine.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi awayekî rêk û pêk li dijî mîrateya wan a çandî êrîş hene. Xwepêşendan di 13’ê Adarê de saet di 08.30’an de dê li ber vahiya parlamentoyê pêk wre