Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 43'an de ye

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li Strasboûrgê di roja 43'an de ye. Ciwan jî di nav de bi sedan kesî doh serdana çalakgeran kirin.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ku 17'ê Kanûnê dest pê kir, di roja 43'an de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd dewam dike.

NÛNERÊN GELEK SAZIYAN LI STRASBOÛRGÊ BÛN

Doh gelek kesan serdana çalakgeran kirin. Serokê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind, civaknas Kadîr Amaç, rojnamevan Saît Ozturk, endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Refîk Gefûr), Hevsreokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar serdana çalakgeran kirin.

Endamên reveberiya Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Navenda Çanda Elewiyan a li bajarê Brûchsal ê Elmanyayê, Kurdistaniyên ji bajarên Bruksel û Anversê yên Belçîkayê, rêveberên HDK-Belçîka, endamên Komîsyona Karên Derve ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Belçîkayê (NAV-BEL) li Strasboûrgê bûn.

Hevsreokê Meclîsa Dîaspora Şengalê Fîkret Îgrek jî di nav de bi dehan Kurdistanî ji eyaleta Saarlandê ya Elmanyayê serdana çalakgeran kirin. Kurdistaniyan diyar kirin, wê çalakiyên xwe yên li Saarlandê zêde bikin.

Fîkret Îgrek, sala 2016'an ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan tevî gelek Êzidiyên li dîasporayê ketibû greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger. Çalakiya wê demê li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir, di roja 21'ê de bi dawî bûbû.

Komek ji ciwanên Kurdistanî yên li bajarê Mulhoûsê yê Fransayê çalakger bi tenê nehişt. 

Ji bajarên cuda yên Elmanya, Fransa û Swîsreyê bi sedan kes kom bi kom hatin Strasboûrgê.

BERXWEDÊRÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Berxwedêrên grva birçîbûnê: Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç, Parlamentera berê ya Rihayê ya HDP'ê Dîlek Ocalan, siyasetmedar Mûstafa Sarikaya, nûçegihan Gulîstan Çiya Îke, Nûrgul Başaran, Ramazan Îmîr, Mehmet Nîmet Sevîm, Mohamad Ghaderî, Denîz Surgut, Ayvaz Ece, Kadro Bokanî, Kerem Solhan, Agît Ûral û Ekrem Yilmaz.