Greva birçîbûnê ya Elewiyan di roja 5'an de ye
Greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger a Elewiyan ku ji bo destekkirina Leyla Guven li bajarê Dortmûndê dest pê kirin, di roja 5'an de bi beşdariya rojnamevanên Elewî didome.
Greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger a Elewiyan ku ji bo destekkirina Leyla Guven li bajarê Dortmûndê dest pê kirin, di roja 5'an de bi beşdariya rojnamevanên Elewî didome.
Greva birçîbûnê bi dirûşma "Berxwedana li dijî zilma zalim maf e" pêk tê.
Komeleyên ser bi FEDA'yê bi dorveger tevlî çalakiyê dibin ku li komeleya DAKME tê lidarxistin. Gelek kes serdana çalakiyê dikin.
Berxwedêrên greva birçîbûnê Hevseroka DAKME'yê Ayfer Kilinç, rojnamevan Şukru Yildiz, rojnamevan Zeynel Gul daxuyaniyek dan û gotin, "Bi navê rojnamevanan, ji bo destekê bidin greva birçîbûnê ya li komeleya DAKME'yê em li vir in.
Leyla Guven di demeke girîng de bi gotina 'Maf e ku mirov li dijî zilma zalim li ber xwe bidin' dest bi greva birçîbûnê kir. Em destekê didin greva wê ya birçîbûnê."
Berxwedêran xwestin çalakiya ku di şexsê Leyla Guven de dest pê kiriye baş were fêhmkirin.