Girtiyên PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê kirin
Girtiyên PKK û PAJK’ê bi daxwaza ku "Bila tecrîda li ser Öcalan were rakirin û li girtîgehan binpêkirina mafan bi dawî bibe" îro dest bi greva birçîbûnê kirin.
Girtiyên PKK û PAJK’ê bi daxwaza ku "Bila tecrîda li ser Öcalan were rakirin û li girtîgehan binpêkirina mafan bi dawî bibe" îro dest bi greva birçîbûnê kirin.
Girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Tirkiyeyê ne, îro dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê ya ku bi daxwaza "Bila tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên li ba wî were rakirin, ji bo muzakereyên di şertên azad de bila derfet werin ava kirin, li girtîgehan bila binpêkirina mafan bi dawî bibin û gund neyên şewitandin û wêrankirin" heta 15'ê Nîsanê wê bi dorvegeriya 5 rojan were kirin.
Di heman katê de li Îzmîrê li Girtîgeha Şakranê ya Alîagayê greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorvegerî ya ku 28 girtî didomînin kete roja 29’an, li Edîrneyê li Girtîgeha Tîpa F’yê greva birçîbûnê ya ku 6 girtiyan bê dem û bê dorvegerî dabûn dest pê kirin kete roja 20’an, li Wanê li Girtîgeha Tîpa T’yê greva birçîbûnê ya ku 10 girtiyan bê dem û bê dorveger dabûn dest pê kirin jî kete roja 8’an.