Girtiyê nexweş ku tedawiya bi kelepçe qebûl nekir hat derbkirin

Girtiyê nexweş ku tedawiya bi kelepçe qebûl nekir hat derbkirin

Li Girtîgeha Tîpa H a Êrziromê ji ber ku girtiyê nexweş tedawiya bi kelepçe qebul nekir, hat derbkirin.

Girtiyan rewşa xwe bi riya malbatên xwe ji Şaxa TUHAYD-DER'a Bazîdê re ragihandin. Girtiyan diyar kirin ku di lêgerîna nivingehan de ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve rastî heqaretan tên, çalakiyên wanê civakî tên kêm kirin, bê agahiyan wan ji hevalên wanê ku derdikeve Dadgehê re wergervanan digrin û ji girtiyan perê wergervanan dixwazin.

Nûnerê Şaxa TUHAYD-DER'a Bazîdê Mehmet Bozkurt diyar kir van binpêkirina mafan qebul nakin û wiha got: "Di dimê dawî de malbatên girtiyên Êrziromê di der barê binpê kirina mafande gelek caran serdana saziya me dikin. Binpêkirina herê zêde tê jiyandin a derman kirina bi kelepçe ye bi piranî malbat vê gazinca girtiyan radigîhêjîne me. Em dixwazin ku ev kiryarên antîdemokratîk ê ku dispêrine girtiyan bi dawî bibin. Em dixwazin hevalên me li layîqê rûmeta mirovahiyê bê derman kirin."