Gerîlayên HPG’ê: Çi dibe bila bibe, em ê çokê netewînin

Gerîlayên HPG’ê Dilxwaz Teyî û Dilxwaz Germiyan Cejna Newrozê pîroz kirin û diyar kirin ku çi dibe bila bibe wê çok ne tewînin, dest ji têkoşîn û berxwedanê ne berdin.

Gerîlayên HPG’ê Dilxwaz Teyî û Dilxwaz Germiyan têkildarî cejna vejînê Newrozê axivîn.

Gerîlayê HPG’ê Dilxwaz Teyî bal kişand ser ruhê berxwedan û azadiyê yê Newrozê û wiha got: “Di serî de Rêber Apo ez Cejna Newrozê ya her kesê pîroz dikim. Her çirûskek ê agirê Newrozê wê bibe kêliya berxwedan, serkeftin û azdiyê ya gelan. Newroza îsal wê agirê berxwedana li Kurdistanê hîn geştir bike û salek bi têkoşînê dagirtî bi xwe re bîne. Newroz ji bo me Kurdan çandek qedîm e. Em vê rojê ne tenê weke roja kêfxweşiyê, di heman demê de weke rojek bi wate û girîng pênase dikin. Dijminê ku dixwaze Kurdistanê dagir bike, hewl dide çanda me jî tune bike. Li dijî vê yekê em ê îsal bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û serkeftinê. Em ê bi ruhê berxwedanê yê Mazlûm agirê Newrozê hîn geştir bikin.

Em ê bi ruhê vê berxwedanê, bibin xwedî hebûn û nasnameya xwe. Ji bo me Newroz sembola berxwedan, aştî, yekîtî û azadiyê ye. Îro li dijî êrîşên dijmin hemûyan, li çiyayên Kurdistanê em ji bo azadiya gelê xwe têdikoşin. Li pey şopa Mazlûm Dogan dimeşin. Îro bi hezaran Mazlûm li çiyayên azad şer dikin. Li dijî dijminê dagirker, divê em xwedî li nasname û çanda xwe derkevin. Çi dibe bila bibe em ê çok ne tewînin, dest ji berxwedan û têkoşîna xwe ne berdin. Ti kes nikare çirûska agirê me yê berxwedanê vemirîne.”

GELÊ KURD LI HEMBERÎ QIRKIRINA DEWLETA TIRK SERÎ NETEWAND

Gerîlayê HPG’ê Dilxwaz Germiyan destnîşan kir ku Newroz ji bo gelê Kurd sembola berxwedan û serkeftinê ye û ev tişt got: “Gelê Kurd hetanî roja îro rû bi rûyê gelek dagirkerî û êrîşên qirkirinê maye. Li dijî vê yekê Kurdan her tim serî hildane û li berxwe dane. Berxwedana Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û hevrêyên wî, ji vê yekê re mînak e. Li dijî qirkirina çandî ya ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve serî ne tewandin û heta nefesa xwe ya dawîn li berxwe dan. Îro ev berxwedan hîn zêdetir bûye. Gelê Kurd û gerîlayên PKK’ê bi vê kevneşopiya berxwedanê, hetanî roja îro hatin. Her gerîlayek PKK’ê ku îro li dijî dagirkeriyê li berxwe dide, bûye Kawayê Hemdem. Meha borî li Bakurê Kurdistanê erdhejek mezin qewimî û gelê me êşên mezin kişandin. Ji ber zoriyên ku çêbûne, Newroza îsal wê bibe Newroza piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re.”